Meclisa Jin a Sûrî: Dewleta Tirk dixwaze aramî û ewlehiya herêmê têk bibe

Meclisa Jin a Sûrîyê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Til Temir û Zirganê şermezar kir. Komîteya Koçberên Serêkaniyê jî bang li hêzên navnetewî kir ku li dijî êrişan helwestê nîşan bide.

Meclisa Jin a Sûrî îro derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser Til Temirê de daxuyaniyek da.

Meclisê diyar kir ku Dewleta Tirk bi van êrişên xwe dixwaza ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

Meclisê da zanîn ku berpirsên van êrişan welatên garantor Rûsya û Emrîka ne û ji wan daxwaz kir zextê li dewleta Tirk bikin da ku van êrîşan rawestîne û ji herêmên dagirkirî vekişe.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê: Divê hêzên navnetewî helwestê nîşan bidin

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê jî bi heman armancê daxuniyek da û komkujiya dagirkeriya Tirk ya li Navçeya Zirganê ku di encamê de 4 kes şehîd bûn, şermezar kir.

Komîteyê got, ev komkujiya li Zirganê berdewama sûc û komkujiyên dagirkeriya Tirk yên li Serê Kaniyê ne.

Komîteyê bang li Koalîsyona Navnetweyî û di serî de Emerîka, û her wiha li Rûsyayê ku kir ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û van êrişên dijî sivîlan rawestînin.

Back to top button