Kongireya Îslama Demokratîk: Sibe li dijî êrîşan em ê konê çalakiyê vedin

Sibe Kongreya Islama Demokratîk li ser asta Herêma Cizîrê wê dest bi çalakiya konvedanê bike.
Ev çalakî jî bi armanca şermezarkirin û rawestandina êriên Tikriyê wê pêk were.

Çalakî bi dirûşmeya “Na ji dagirkirin û siyaseta guhertina demografiyê re” li bajarê Qamişlo wê were lidarxistin

Konê çalakiyê jî wê li pêşiya navenda Kongreya Îslama Demokratîk were vegirtin.

Li gorî plana kongreyê wê 4 rojan ev çalakî bidome.

Hevserokê Kongreya Islama Demokratîk Mihemed Mele Reşîd El-Xerzanî diyar kir di vê çarçoveyê de wê gelek çalakî di kon de pêk werin.

Jê jî dayîna semîneran û naskirina helwesta oldaran li hember êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker.

Back to top button