Zanyarê Alman û DYA xelata Kîmya ya Nobelê girtin

Xelata Kîmyayê ya Nobelê ya sala 2021’an jî eşkere bû.
Benjamin List ê Alman û David MacMillan ê Amerîkî hêjayî xelatê hatin dîtin.
Herdû zanyaran molekulê rêbazeke nû afirandine.

Jûriya Nobelê ya li Steockholêm bi daxuyaniyekê ragihand ku herdu zanyar ji ber ku ‘asîmetrîk organokatalîz çêkirine’ hêjayî xelatê hatine dîtin.

Rêbaza ku herdu zaynaran bêyî hay ji hev hebe çêkirin, afirandina molekulên asîmetrîk hêsantir dike.

Komîteya Nobelê got, “Profesor List û Profesor MacMillan tevkariyeke mezin li mirovahiyê kirine.”

Back to top button