HRE: LI HERÊMA MARÊ 6 ÇETEYÊN TIRKIYÊ HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyê diyar kir ku hêzên wan li hemberî çeperên hevbeş ên 3 koman çalakî lidarxistine. 6 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Yekîneyên wan li derdora bajarê Mar’ê rêzeçalakiyên bi bandor li dar xistin.

Hêzên rizgariyê 28’ê Tîrmehê li hember çeperên hevbeş ên çeteyên bi navê Ehrar el-Şam, Cebha el-Şamiyê û Alaya Duyemin çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiye de ji her sê komên çete 6 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button