Doh turnovaya futbolê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî dest pê kir.
8 tîmên ciwanan û 8 tîmên zarokan beşdarî turnoveyê bûn.
Turnova li yarîgeha Firat a başûrê bajarê Reqayê dest pê kir.
Di roja yekemîn a turnovayê de, tîma Yekitî û Tenduristî ya zarokan ên Tebqayê li hember hev lîst.
Maç bi kelecaneke mezin bi rê ve çû û bi encameke wekhev 2-2 bi dawî bû.
Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku turnova dê 10 rojan bidome.
Dê tê de maç li Reqa û Minbicê li dar kevin.