Li Çargoşeya Ewlehiyê ya Hesekê alozî

Li Hesekê di navbera êla El Cebûr û çeteyên Difa Watanî yên hikumeta Şamê de alozî derket.

Duh yek ji rûspiyên Êla El Cebûr ji aliyû mîlîsên ser bi Hikumeta Şamê ve ango Difa Watanî hat atengkirin.

Di encama vê yekê de kirîz derket û heya derengî şevê dom kir.

Ev kirîz li çargoşeya ewlehiyê derket.

Duh li ser Medyaya civakî gelek vîdyo belav bûn , bê çawa êla El Cebûr herikîne çargoşeya ewlehiyê.

Berevaniya Niştîmanî ya bi ser Hikumeta Şamê , li çargoşeya ewlehiyê li Hesekê û Başûrê Qamişlo bi cihin.

Hejmara wan bi qasî 2 hezar mîlîsin.

Her wekî li cihên ku ev mîlîs lê ne revandin, kuştin û belavkirina madeyên hişbir zê de ye.

Back to top button