Hiqûqnasên Sûrî komîteyek ji bo belgekirina binpêkiirin û sûcên şer ava kiriye

Hiqûqnasên sûrî komîteyek ji bo belgekirina binêpkirinê û sûcên şer yên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêm pêk anîn, ava kir.
Komîteyê banga avakirina dadgehekê ji bo darizandina dewleta Tirk li ser binpêkirin û sûcên wê yên şer li herêmê, kir.

Bi armanca belgirina Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê komek ji aktîvîst û Hiqûqnasên Sûrî di rêveberiya xweser de bi hevkariya meclisa edaletê, komîteya belgekirina binpêkirina ava kir.

Komîte ji 6 endamên jin li herêma Cizîrê pêk tê.

Endamên komîteyê ji 9’ê Cotmehê ve dest bi komkirina belgeyên binpêkirinan kirine.

Ji bo belgekirina rewşa koçberên Serê Kaniyê ku li bajarê Hesekê dimînin, Yekîtiya Parêzeran li Hesekê jî komîteyek ji 7 Hiqûqnasan avakirin.

Li Til Temirê jî ji bo belgekiririna binpêkirinê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li bajarok û gunêdên wê komîteyek hat avakirin.

Komîteyê şaxên xwe li van bajar û naçeyan ava kir:

Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê, Reqa û Tebqa ava kir.

Endama Komîteya belgekirina binpêkirinan li herêmên bakûr û rojhilatê sûrî Aynûr Zêd Başa der barê mijarê axivî û got:

Em ji destpêka êrîşên dewleta Tirk a dagirker ve belgên binpêkirinê kom dikin û hîna jî karê me dewame.

Gelek rewşên kuştina sivîlan, hedefgirtina sivîlan, dizî û talan kirina mal û milkên sivîlan hatiye belgekirin.

Her wiha hedefgirtina karmendên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd û Free Burma Rengers jî di nava van belgeyan de cihê xwe digre.

Aynûr Zêd Başa dazanîn ku komîte bi aliyên wek;

Komîteya çavdêriya rastiyên navdewletî ya girêdayî netewên Yekbûyî,

Rêxistina Mafên Mirovan li Cizîrê û hejmarek ji parêzerên bakûr û rojhilatê sûrî re di nava danûstandinan de ye.

Endama Komîteya belgekirina binpêkirinan destnîşan kir ku eger edaletek navdewletî hebe, divê dadgehek taybet ji bo darizandina kesên ku binpêkirin û sûcên şer kirine were avakirin.

Leave a Reply

Back to top button