KJK: Divê Unicef li hemberî zilma li ser zarokên Şehbayê bêdeng nemîne

Komîteya Perwerdê ya KJK’ê têkildarî dorpêça li ser herêma Şehbayê a bi destê hikumeta Şamê daxuyaniyeke nivîskî da û bang li UNICEF kir ku li hember zilma ku li ser zarokên Şehbayê tê meşandin, bêdeng nemînin.

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê têkildarî dorpêça ku Firqeya 4’an a hikûmeta Şamê, li ser Şehbayê ferz kiriye, daxuyaniyeke nivîskî da.

Komîteyê bal kişandin ser rewşa zarokên li Şehbayê û ev tişt got: “Parastina zarokan û mafê perwerdeya zarokan îro yek ji mafên herî bingehîn e.

Mixabin îro tevahî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, taybet jî zarokên herêma Şehba-Efrînê di nava şert û mercên herî dijwar ên şer, dagirkerî û dorpêçê de dimînin.

Rojane bi dengê top û balafirên dewleta Tirk a dagirker şiyar dibin.

Di encama siyaseta dorpêçkirin û teslîmgirtinê ya rejîma Sûriyê de, niha li Şehba bi hezaran zarok di nava şert û mercên herî zehmet, di nava sir û seqema zivistanê de ji hemû mafê jiyan û perwerdê bê-par mane.”

KJK’ê li ser rol û misyona NUNICEF a ji bo parastina mafên zarokan jî, ev tişt anîn ziman:

Di çarçoveya Peymana Mafên Zarokan a di navbera welatên cîhanê de hatiye mohrkirin ku UNICEF divê mafên zarokan li ser bingeha prensîbên exlaqî yên mayînde bide rûniştandin, nêzîkatiyên ji bo zarokan bigihîne standartên navneteweyî.

UNICEF wekî saziyeke cîhanî, divê zarokan bide jiyandin, biparêze û ji bo pêşketina wan kar bike…

‘Divê Unicef demildest deriyê şandina alîkariyên mirovî ji Şehbayê re veke’

KJK’ê di dawî de got: Dema zarokên me yên Şehbayê di nava sir û seqemê de, di bin tirsa êriş, dagirkerî û koçberiyê de dijîn, hûn li ku ne? Ka exlaqê we yê însanî û parastina zarokan!?

Ji bo wê, em bang li saziya UNICEF’ê dikin ku li hemberî vê zilmê bêdeng û temaşevan nemîne.

Di zûtirîn dem de, deriyê şandina alîkariyên însanî ji bo gelê me ya Şehbayê bide vekirin.

Back to top button