Kuştina jinan li Tirkiyê dewam dike.
Herî dawî li Edeneyê jinên bi navên Reyhan Acar û Hatîce Mîne Kocamaz hatin kuştin.
Li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhan a Edaneyê jina bi navê Reyhan Acar ya 24 salî hat kuştin.
Hat zanîn ku Reyhan dema li kolanê dimeşiya rastî êrişekê hat û ji ber guleyên ku lê ketin, birîndar bû.
Ji bo tedawiyê jina navborî rakirin nexweşxaneyê, lê ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Reyhan Acar rakirin Saziya Tiba Edlî.
Li taxa Kişla ya navçeya Yuregîrê jî jina bi navê Hatîce Mîne Kocamaz ya 40 salî dema ku li mala xwe di xew de bû, ji aliyê H.K. ê ku di qonaxa berdanê de bûn ve hat kuştin.
H.K. ê ku piştî êrîşê revîbû hat binçavkirin.



