Ji Antoniye Guterres re peyama rawestandina êrişan hate şandin

2 Kanûnê 18 saziyên sivîl ên li Bakur û rojhilatê Sûriyê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, pêngaveke komkirina îmzeyan dabûn destpêkirin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî komkirina îmzeyan, daxwaznameyek ji Sekerterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres re şandin.

Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya 17 saziyên civaka sivîl ragihandibû ku zêdeyî 300 rêxistinên sivîl, kesayetên payebilind ên ji 29 welatên li cîhanê peyam îmze kiribûn.

Ev peyam banga rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Ji bo gihandina vê xwestekê, Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyam ji sekreterê giştî yê NY’ê Antonio Guterres ‎re bi rêya emailê şand.

Back to top button