Li Siwêdayê di greva giştî de xwîn hat rijandin

Di roja 2 a greva giştî ya li Siwêdayê de, rewş aloz dibe.
Xwepêşandêr derbasî saziyên hikumeta Şamê yên li bajêr bûn.
Li navenda lihevkirinê hêzên hikumetê gule li çalakvanan reşand.
Di encamê de, çalakvanek hate kuştin û yek jî birîndar bûn.

Bêtirî 13 sal piştî aloziya Sûriyê, hê jî krîzên siyasî, leşkerî, aborî û jiyanî li welêt didomin .

Ji ber israrên di polîtîkayên navendîbûnê de, rêya çareseriyeke mayînde nehatiye dîtin.

Li parêzgeha Siwêdayê gel ji bo dîtina çareseriyekê ji vê rewşê di nava xwepêşandan de ne.

Vê sibê bi dehan şêniyên Siweydayê ji bo şermezarkirinê kom bûyîn, li nêzî Hola 7`ê Nîsanê ya ku navenda lihevhatinê tê de hatiye vekirin, bûn.

Li vir drûşemeyên li dijî serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed hatin berzkirin.

Piştre xwepêşadêran hewldan derbasî navendê bibin.

Wekî her car hikumeta Şamê li hember xwepêşandêran tundî bi kar anî.

Hêzên hikumeta Şamê gule li xwepêşandêran reşand

Hêzên ewlekariyê li hember vê yekê hêz bi kar anî û gule li xwepêşandêran reşandin.

Di encamê de, çalakvan Cewad El Barûkî û Welîd El-Cewherî birîndar dibin.

Kesên li derdor her du birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li Nexweşxaneyê çalakvanan wêneyê Beşar El-Esed xistin.

Çalakvanek hate kuştin û yek jî birîndar bû

Li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan ji ber birîna wî a giran, Cewad El-Barûkî jiyana xwe ji dest da.

Ev yek hêrsa gel li dijî hikumetê hîn zêdetir kir.

Xwepêşandêran li kolanên bajêr meşiyan û banga guhetina siyasî û pêkanîna biryara 2254’an kirin.

Li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyê demeke dirêj e li dijî rewşa li welêt û bi teybet aloziya aborî û siyastên hikumetê çalakî pêk tên.

Hikumeta Şamê ya guhê xwe li dexwazên xwepêşandêran girtî, mîna despêşa şoreşa li welat serî li rêbazên tundiyê dide.

Xelkê Siwêdayê jî bi xwepêşandanên xwe daxwaza modelek ya mîna sîstema Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî dikin.

Li Siwêdayê greva giştî

Back to top button