Îro salvegera 2’emîn a şehadeta Yusif Gulo û neviyên wî ne.
Bi vê boneyê, şênî û rûspiyên Qamişloyê, şehîd Yusif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed di salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn.
Di merasima bîranînê de soza şopandina rêya şehîdan û mezinkirina têkoşînê dan
Apê Yusif Gulo tevî du neviyên xwe Mezlûm û Mihemed 9`ê Mijdara 2021`an li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bûn.
Îro salvegera 2’emîn a şehadeta Apê Yusif Gulo û her du neviyên wî ne.
Bi vê boneyê şeniyên Qamişlo li pêşiya peykera Apê Yusif Gulo ya li bajêr kom bû û ew û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed bi bîr anîn.
Di merasîmê de endamê PYD’ê a şaxê Qamişlo, Silêman Îsa axivî û têkoşîna Apê Yusif û her du neviyên wî silav kir û got:
“Apê Yusiv ji bo welat û gelê xwe, her tişt da û ji bo me teva bû mînak. Em ê mîrateya têkoşînê ya Apê Yûsiv biparêzin. Heta azadiya Rêber Apo emê têkoşînê bidomînin.”
Hevjîna kurê mezin ê Yusif Gulo şehîd Nûredîn Gulo Yusif, Necah Gulo jî wiha axivî û got: “Bê westan li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xebat û têkoşîn kir.
Jêdera hêz û hêviyê bû.
Wê zarok û neviyên wî li ser şopa wî têkoşînê bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê şêniyan serdana gorên her sê şehîdan a li Goristana Şehîd Delîl Saroxan kirin.