Hesekê-Desteya Aboriyê ya Rêvebeirya Xweser firina Xabûr vekir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xizmetkirina gelên herêmê di nava xebatan de ye.
Rêveberiya Xweser, li Hesekê firneyeke nan a bi navê “Xabûr” û li Reqayê jî navendeke mamografiyê vekir.
Her weha li Dêrazorê jî pêvajoya 1’emîn a sererastkirina stasyona kehrebeyê ya Xiranîc bi dawî kir.

Projeyên xizmetê yên ji bo gel ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

Îro Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser bi hevkariya şîrketa New Way Firneya “Xabûr” li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê vekir.

Firin dê saetê nêzî 20 hezar nan hilberîne, her wiha dê nêzî 60 derfetên kar jî li bajêr peyda bike.

Merasîma vekirina firinê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn gotin: “Vekirina Firina Xabûr di van şert û mercên zehmet ên li herêmê de destkeftiyeke mezin e.

Di demên dawîn de, dewleta Tirk a dagirker saziyên aboriyê û binesazî kirin hedef, vê yekê zirarek mezin da herêmê.

Lê belê çi dibe bila bibe, em ê xizmetkirina gelê xwe dewam bikin.”

Rêveberê Şîrketa New Way Kadar Şêxî jî, ji ber xizmetkirina ji welatiyan re spasiya Rêveberiya Xweser û saziyên wê kir û got: “Bi saya xebatên hevpar me encameke mezin ku dikeve xizmeta gel bi dest xist.”

Reqa-Navendeke mamografiyê hate vekirin

Li aliyekî din, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqayê jî navendeke mamografiyê ya taybet bi tespîtkirina zû ya penceşêra pêsîrê vekir.

Di merasîma vekirinê de, kesên axivîn vekirina navendê pîroz kirin.

Amûr berî sê salan, nîşaneyên nexweşiyê tespît dike.

Ev jî gelek başe ji bo ku bilez were dermankirin û veneguhere penceşêrê.

Hat gotin ku ev berhema pêşketina bajêr piştî rizgarkirinê ye.

Dêra Zor-Pêvajoya yekemîn a serarastkirina stasyona kehrebê bi dawî bû

Ne tenê li Hesekê û Reqayê, li Dêrazorê jî, ji bo gel xebat tên kirin.

Saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, pêvajoya 1’emîn a sererastkirina stasyona kehrebeyê ya Xiranîc a Dêrazorê bi dawî kir.

Li gor rêveberiya stasyonê, çavrê ye ku xebatên sererastkirina veguhêza 2’emîn di dema bê de pêk werin.

Sererastkirina stasyona kehrebeyê ya Xiranîc, yek ji projeyên herî girîng ên li rojhilatê Dêrazorê ye ji ber ku kehrebeyê dide şêniyan, kooperatîfan û stasyonên avê.

Back to top button