Di çarçoveya pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo Ciwanên Tepqayê panelek li darxistin.
Di çarçoveya Pêngava Azadiyê ya Navnetewî a ji bo Rêber Apo çalakî dewam dikin.
Li Tepqayê Tevgera Ciwanên Şoreşger di bin dirûşma “Em ê bi fikra sosyolojiya azadiyê pirsgirêkên ciwanan çareser bikin” penalek li darxistin.
Di panelê de rola ciwanan ya di civakê de, pirsgirêkên ku ciwan rû bi rûyê wê tên û riyên çareserkirina dozên ciwanan hatin nirxandin.
Her weha tevlîbûn û girîngiya ciwanan di pêngava azadiya rêber Apo de jî hat ziman.
Derbarê zewaca temenê biçûk, madeyên narkotîkê û riyên xilaskirina wan jî hatin nîqaşkirin.
Ciwanên beşdar diyar kirin ku ewê bi fikir û felsefey sosyolojiya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan hemû doz û pirsgirêkan çareser bikin.
Bi meşekê ciwanên Minbic û Kobanê banga azadiya Rêber Apo kir