Bi meşekê ciwanên Minbic û Kobanê banga azadiya Rêber Apo kir

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Apo a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta kantona Hesekê amadekariyên lidarxistina çalakiyeke girseyî dike.
Endamê PYD’ê Nûrî Şêxo diyar kir ku ew ê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bi xurtî bidomînin.
Endama kordînasyona Kongra Star Rîhan Loqû jî diyar kir ku wê pêngava Azadiyê ya ji bo Rêber Apo wê teqez bi serkeve.

Di çarçoveya Pêngava Azadiyê ya Navnetewî a ji bo Rêber Apo çalakî dewam dikin.

Îro jî li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê çalakiyên cur ber cur hebûn.

Li herêma Firatê ciwanên Kobanê û Minbicê daketin qadan û bi meşeke dirêj banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Meş bi dirûşmeya “Azadiya rêber Apo, çarseriya pirsgirêka kurde, jiyana jina azad pêk hat.

Hesekê-Ciwanan derbarê tecrîdê semînerek da

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê xebatên dayîna semîneran jî didomîne.

Meclisa Ciwanên Şoreşger li Hesekê semînerek da.

Ciwanan diyar kir ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hemû endamên xwe li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde dikin.

Nûrî Şêxo: Em ê bi fikra Rêber Apo bi ser bikevin

Li aliyekî din, Endamê PYD’ê ya Helebê Norî Şêxo derbarê tecrîdê de axivî û got:

“Dibe ku Rêber Apo bi fîzîkî girtibin, lê ji aliyê fikir ve bi rojane di nava me de dijî.

Gelê me li dora Rêbertî bû xeleka agir.

Em soz didin ku em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo azadiya wî pêk bînin û em ê bi ser kevin.”

Hesekê- Ji bo Rêber Apo wê çalakiyeke girseyî bê lidarxistin

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bernameya çalakiya konvedanê ku dê li ser asta kantona Hesekê li dar bixe, eşkere kir.

Çalakî wê li Parka 4’ê Nîsanê ya bajêr bê lidarxistin.

Însiyatîfê da zanîn ku çalakî dê 10’ê Mijdarê dest pê bike û 16’ê Mijdarê bi dawî bibe.

Back to top button