Yekîtiya Mamosteyên Minbicê bi dûrişma “Mamoste kevirê bingehîn ê avakirina civaka demokratîk a rast in” li Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê sêyemîn konferansa xwe lidarxistin.
Di konnferansê de rêveberê saziya Zimanê Kurdî ya Menbicê Elî Ebid Elqadir mamoste weke kevirê binghîn yê civakê binavkir û got:
“Ji ber ku di avakirina civakan de rola mamosteyan ya herî bingehîne, me vê konferansê li darxist da ku bêtir karê ferkirin û perwrdeyê li pêş bixin.”
Hevseroka Yekîtiya Mamosteyan Emîra Gelo jî diyar kir ku ji bo çareserkirina hin pirsgirêkên Mamosteyan û ji bo karê yekîtiyê pêş bixin, nîqaş hatin kirin.