Li navçeya Ranya Silêmaniyê şoreşa 19’ê Tîrmehê hate pîrozkirin

Bi boneya 11’emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Meclisa Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Başûrê Kurdistanê Şahiyek li Ranya yê lidarxist.
Û di tê de banga piştgirî û parastina Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin.

Doh li navçeya Ranya ya navenda Îdareya Raperîn, Meclisa Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Herêma Başûr li Hola Bitwênî bi boneya 11’emîn salvegera Şoreşa Rojava şahiyek lidar xist.

Nûnerên gelek rêxistin û partiyên siyasî beşdarî şahiya salvegera Şoreşa Rojava bûn.

Di şahiyê de peyama Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê Nûnera Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd ve hate xwendin.

Evîn swêd 11’emîn salvegera Şoreşa Rojava li Şehîd Ferhad Dêrik, Rihan Amûdê û tevahiya şehîdên Kurdistanê pîroz kir.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bekir Kobanê jî şoreşê pîroz kir.

Piştî xwendina peyam û axaftinan şahî bi gerandia govendê bi dawî bû.

Back to top button