Li Şamê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Li taxa Zorava ya Şamê ji bo bîranîn şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê civîneke girseyî hat lidarxistin.

Şehîdên 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi civînekê li taxa Zorava ya Şamê hatin bi bîranîn.

Di bîranînê de endama Kongra Stra a Şamê Roşîn Hesen axivî û wateya berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmehê destnîşan kir.

Piştre rêveberê Meclisa PYD’yê ya Şamê Fadil Bozan jî axivî û diyar kir ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê li girtîgeha Amedê li dijî îşkenceya ku dewleta Tirk a faşîst pêk dianîn, dest pê kir.

Bozan da zanîn ku armanca vê derbeyê qirkirina gelê Kurd bû û got:

” Berxwedana 14’ê Tîrmehê helwesteke şoreşgerî ya ji bo parastina nirxên gel û mirovahiyê bû û mînaka wêrekiyê bû.”

Bozan bang li şêniyan kir ku xwedê li bîranên şehîdan derkevin û armancên wan pêk bînin.

Back to top button