Amerîka..21 hezar endamên hêzên pasevanên niştimanî tên belavkirin

Ji bo wergirtina erkê serokatiya Amerîka ji aliyê Joe Biden ve, Weratera Parastinê belavkirina 21 hezar endamên hêzên pasevanên niştimanî erê kir.

Ji aliyê xwe ve polîsa Kongressê, ji bo van merasîman ku 20 vê mehê pêk tên, deriyê Capitol li pêş serdanên cemawerî, bi awayekî demkî girt.

Li Amerîkayê, bi nêzîkbûna wergirtina Biden bo serokatiyê, banga xwepêşandanên çekdarî li ser malperên civakî tê kirin.

6’ê vê mehê li ser daxwaza Trump, jimarek alîgirên wî êrîşî Kongressê kir û di encamê de, di nav de polîsek û jinek, 5 kes hatin kuştin.

Rêveberê navenda lêpirsînên federal Chris Wray ragihand, ku ji ber êrîşa li ser Kongressê, heta niha 100 alîgirên Trump hatine girtin.

Back to top button