Waşington şaxê DAIŞ li Misirê û tevgera Hesim dixe lîsteya terorê

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê, şaxê rêxistina DAIŞ li Sîna ya Misirê ”Ensar Beytul-Meqdis” û tevgera Hesim a Ixwanî, xistin lîsteya terorê ya cîhanî.

Wezaretê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ku damizrînerê Hesmê Ela’ El-Semahî û serkirdeyekî din ê tevgerê yê bi navê Yehya Mûsa ku herdu jî niha li Tirkiyê dimînin, dikevin lîsteya terorê.

Tevgera Hesim sala 2014’an li Misirê hat ragihandin û gelek kuştin û êrîş, nexasim ên li dijî polîsan, girtin ser xwe.

Wezareta Hindirîn a Misirê jî teqez dike ku tevgera Hesim berpirsyara teqîna erebeyeke bombebarkirî li Qahîrayê ye, ku Tebaxa 2019’an pêk hatibû û 20 kes tê de hatibûn kuştin.

Tevgera Hesim girêdayî Ixwanan e û li gelek parêzgehan çalak e.

Back to top button