YPJ’ê nasnameya şervana xwe ya şehîd Nûjîn Kobanê eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Nûjîn Kobanê, ku di berxwedana Kobanê ya 2014’an de şehîd bûbû, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Nûjîn got: “Hevrêya me Nûjîn li bajarê Kobanê ji dayik dibe.

Dema ku di sala 2014’an de DAIŞ û hevalbêndên wan êrişa hovanê li ser bajarê Kobanê pêkanîn, hevrê Nûjîn bi erka parastina xaka xwe radibe û berxwedaneke efsûnî dide meşandin.

Em wek YPJ bi têkoşîn û keda hevrêyen wekî Nûjîn gihaştin van rojan.

Em careke din soza bilindkirina rihê berxwedana Kobanê ya ku ji gelan re bû hêvî, nû dikin.

Em wek Yekîneyên Parastina Jin hevrêya xwe bi bîr tînin û ji malbata hevrêya xwe Nûjîn Kobanê û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Li gorî daxuyaniyê, Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Nujîn Kobanê
Nav û Paşnav: Mizgîn Ehmed
Navê Bav: Osman
Navê Dayik: Melîha
Cih û Dîroka Şahadetê: Kobanê- 2014

Back to top button