Zelensky: Ez hêvî dikim hevdîtinên li Cîdde gavek bo aştiyê be

Ukrayna piştî welatên Rojavay, dixwaze niha Ereban jî bide aliyê xwe.
Ji ber vê yekê rêveberiya Kîevê ji hevdîtinên li Erebîstana Siûdî pêk were bi hêvî ye.
Serokê Ukrayna Zelensky got: Ew hêvî dike, danûstandinên li Cîdde ji bo aştiyê bibe gavek.

Bêtirî 17 mehin li nava Ukrayna şerekî dijwar heye.

Herçiqasî alî ji şer bêzar bûne jî lê kes naxwaze ji ya xwe dakeve.

Kîev di yekparçeyîya xaka xwe de israr dike.

Moskow jî hêviyên vegera li xaka Sovyeta berê dike.

Di nava van xeyal û bendewariyan de, wê 5 û 6’ê Tebaxê li bajarê Cidde yê Erebîstana Siûdî civînek berfireh pêk were.

Civîn dê di Lûtkeya Aştiyê ya Ukraynayê de ku meha borî li paytexta Danîmarka Kopenhagê hat lidarxistin, hevdîtinên bi dawî bike.

Di peyama Serokatiya Ukraynayê ya bo dîplomatan hatî şandin de, hat ragihandin ku wê di civînê de nûnerên nêzî 40 welatan cih bigrin.

Zelensky got:

“Em dixebitin ku lûtkeya vê payîzê pêk were.

Payîz pir zû ye, lê hîn dem heye ku ji bo lûtkeyê amade bibin û piraniya welatên cîhanê beşdar bibin.”

Zelensky û ekîba wî bi hevalbendên xwe re dixebitin ku piştgirîyek berfireh ji bo pêşniyara ‘lûtkeya aştiyê’ ya bi dawîkirina şer bidest bixin.

Ev civîn jî wê li Kopenhagê pêk wre.

Li gorî nûçeya Reutersê, lûtke dê li ser planek ji 10 xalan pêk were ku Zelensky bi awayekî aktîf piştgirî da û ji hêla Kîev ve payîza borî hate diyar kirin.

Xalên navborî vîzyona aşitiyê, vegerandina tevahî ya yekparçeyiya axa Ukraynayê, vekişîna tam a leşkerên Rûsî, ewlehiya xwarin û enerjiyê, parastina ewlehiya navokî û azadkirina hemû girtiyan e.

Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak jî 30’ê Tîrmehê got:

Şêwirmendên ewlehiya neteweyî yên çend welatan wê di demek nêzîk de li Erebistana Siûdî civînekê li ser pêşniyara plana aştiya ligel Rûsyayê pêk bînin.

Rûsya wê civîna li Ciddeyê bişopîn e

Berdevkê Kremlînê Dmirty Peskov jî ragihand ku ew ê civînê ji nêz ve bişopînin.

Peskov got:

“Pêdivî ye ku em armancên hevdîtinên plankirî û tiştên ku dê bêne gotûbêj kirin fêm bikin.

Her hewlek ji bo pêşvebirina peymana aştiyê hêjayî nirxandina erênî ye.”

Zelensky: Şer derbasî Rûsya dibe!

Back to top button