Li bajarê Marsîlya yê Fransayê Zurîh ê Swîsreyê, girtiyên ku ji bo azadiya Rêber Apo di greva birçîbûnê de ne, bi meşekê hatin silavkirin.
Çalkvanan gotin:” Berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn”
Li Fransayê û Swîsreyê, ji bo azadiya Rêberê Apo û piştgiriya bi girtiyên di gireva birçîbûnê de çalakî hatin lidarxitin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya girtiyên a ji bo azadiya Rêber Apo di greva birçîbûnê de ne, hate silav kirin.
Di çalakiyê de wêne û alên Reber Apo hatin hildan.
Li cihê çalakiyê kesên ku axivîn gotin:
“Em ê çalakiyên xwe yên piştgiryê ji bo hevreyên xwe yên li girtîgehê bidomînin.”
Li Swîsreyê Kurdistanî ji bo azadiya Reber Apo daketin qadan
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê jî Kurdistanî bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) meşek lidarxistin.
Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-S) a Swîsreyê Selma Surer berî meş dest pê bike axivî.
Selma grevên birçîbûnê yên li girtîgehan silav kir û got:
“Di serî de jinên Kurd û dayikên Kurd îro em ê weke gelê Kurd ê çar parçeyan li dora paradîgmaya ku Rêbertiya me afirandiye têkoşîna xwe bidomînin.”
Selma diyar kir heta ku Rêber Apo, Kurd û Kurdistan azad bibe em ê ji têkoşîna xwe gavekê paş ve navêjin.