Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdana parêzerên Rêber Apo kir

Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdana parêzerên Rêber Apo kir.
Di serdanê de tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê hatin nîqaşkirin.
Parêzeran ji delegayonê xwestin daxwaza wan a rakirina tecrîdê ji raya giştî re ragihînîn.
Her wiha li Amedê jî 44 rêxistinên civakî bi meşekê banga bidawîkirina tecrîdê kirin.

Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ku di nav de parêzer, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl hene, serdana Tirkiyê kirin.

Delegasyona ku wê serdana gelek cihan bike despêkê li gel parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re civiyan.

Parêzeran derbarê rewşa tecrîdê de agahî da delegasyonê

Di serdanê de parêzeran, derbarê tecrîda li ser Rêber Apo û girtiyên din de agahî dan delegasyonê.

Ji parêzeran Emran Emekçî diyar kir ku 33 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin û got:

Hevdîtina bi parêzer û malbatê re bi awayekî keyfî tên astengkirin.

Emekçî, anî ziman ku hevdîtin bi hincetên siyasî tên astengkirin û sedemên wê jî tê veşartin.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez jî bal kişande li ser daxwaza gelê Kurd ya ji bo hevdîtinê bi Rêber Apo re û ev tişt anî ziman:

Gelê Kurd li pişt birêz Ocalan e, helwesta li dijî Birêz Ocalan li dijî gelê Kurd e.

Li Tirkiyê ji bo rakirina tecrîdê û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd grevên birçîbûnê hatin destpêkirin.

Ev rewş gumanên me zêde dike.

Parêzerên Rêber Apo: Bila tecrîd ji raya giştî re bê ragihandin

Her wiha parêzer Bîlmez kefxweşiya xwe a ji bo serdana delegasyonê anî ziman û xwest daxwaza wan a rakirina tecrîdê ji raya giştî re ragihînîn.

Piştî axaftina parêzeran hevdîtin ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

Delegasyon wê du rojan li gel sazî û rêxistinên din hevdîtinên cuda pêk bîne.

Li Amedê 44 rêxistinên civakî bi meşekê banga bidawîkirina tecrîdê kirin

Li aliyê din li Amedê bi tevlîbûna 44 rêxistinên civakî meşek hate lidarxistin.

Meş di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê hate lidarxisitn.

Hevserokên HEDEP’ê ên Amedê û nûnerên partiyên siyasî jî tevlî meşê bûn.

Piştî Meşê li ser navê girseyê Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran daxuyaniyek da.

Elîf Tûran destnîşan kir ku ew ji aliyê rêgeza rêzdariya li dijî mafê mirovan û demokrasiyê gelek bi fikarin.

Elîf Turan îşaret bi bandora tecrîdê ya li ser civakê û girtîgehan kir û got:

Di neçareseriya pirsgirêka Kurd de israrek mezin heye.

Di dawiya daxuyaniya hevpar a 44 rexistinên civakî de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd banga diyalog û muzakereyê hate kirin.

Back to top button