Encama êrişên balefirên Rûsî 6 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin

Balafirên Rûsî ji destpêka îlonê ve derdora 139 êrîşên hewayî li Idlib, Laziqiyê, Hema, û Helebê pêk aniye.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê – SOHR ragihand ku li parêzgeha Idlibê tenê, 101 êriş pêk hatiye.

Di ancama van êrişan de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

SOHR da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê yên li Idlibê hatibûn kuştin, xwe li cihên çeyên dewleta Tirk bi cih kiribûn.

SOHR kuştiyên êrişên DAIŞ’ê yên li çolistana Dêrazorê, Reqa, Siwêde, Hema û Helebê ji 24`ê Adara 2019`an heta roja îro ragihand.

SOHR’ê got:

“Ji 24`ê Adara 2019`an ve hezar û 547 leşkerên hikumeta Şamê, çekdarên alîgirên wê û di nav de hin leşkerên rûsî hene, hatine kuştin.

153 kesên ji komên alîgirên Îranê ku bi eslê xwe ne ji Sûriyê ne, hatine kuştin.

Di nav de zarok û jin, bi dehan şivan û sivîl hatine kuştin.

Di heman demê de di encama êriş, topbaran û hedefgirtinan li dijî DAIŞ’ê de, hezar û 50 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.”

Back to top button