Artêşa Yemenî 15 çekdarên Hûsî li başûrê parêzgeha Meiribê kuştin û hin ji wan jî birîndar kirin.
Navenda ragihandina artêşa Yemenî da xuyakirin ku di encama şerê li Meiribê de, 2 erebeyên Hûsiyan jî hatin rûxandin.
Ragihandina artêşê her wiha diyar kir ku erebeyeke Hûsiyan li heman cihî hat wêrankirin û çekdarên tê de hatin kuştin.
Hêzên artêşa Yemenî beşekî mezin ê Meiribê kontrol dikin, hin rêveberiyên parêzgehê jî di bin kontrola Hûsiyan de ne.