Hêzên hikumetê û çeteyan deverên Cebel El-Zawiyê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê, bi dijwarî Cebel El-Zawiyê topbaran kir, çeteyan jî Kefernubil û Hentotîn armanc kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji şevê din heya vê sibehê, hêzên hikumet Kinsefra, Filêfil, Sifûhin û Beyneyn yên Idlibê topbaran kirin.

Çeteyan jî, deverên li Kefernubil û Hentotîn ên di bin kontrola hikumetê de ye topbaran kirin.

Heman çavkaniyê bibîrxist ku ji ber toparan hêzên hikumetê li Fitêra 3 birîndar bûn.

Li eniya Hereş Bênên jî ji ber teqîna mayînekê leşkerekî hikumetê hat kuştin.

Artêşa Tirk 40 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Li aliyekî din jî, çavdêriyê da zanîn ku artêşa Tirk 40 maşîneyên din ên leşekerî derbasî Idlibê kir.

Bi vê yekê, ji destpêka ragihandina agirbesta Putin-Erdogan re, jimara maşîneyên leşkerî gîhaşt 6 hezar û 355’an.

Back to top button