Revandina şêniyan li Efrînê dewam dike

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, vê carê jî ji gundê Qêsim ê Recoyê, jineke kurd revandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, revandina jineke ciwan a kurd belge kir û eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk jina bi navê Meryem Evdikê Şêxo ji gundê Qêsim ê Recoyê revendin.

Rêxistinê da zanîn ku heta niha jî çarenûsa Meryem nehatiya diyarkirin.

Her wiha 16’ê ÎLonê jî istixbarata Tirkiyê Şêniyê bi navê Mûrad Ebdil Rehman Reşîd ji navçeya Cindirêsê yê Efrînê revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî ji destpêka meha Îlonê revandina 49 sivîlan di nav de jî jin belge kir.

Back to top button