Yekîtiya Ewropayê cezayan li 3 şirketên Tirkî dibire

Yekîtiya Ewropayê wê cezayan li 3 şîrketên Tirkî yên ku biryara qedexekirina çekan a li Lîbyayê binpê kiriye, bibire.

2 dîplomatan ji Ajansa AFP ya Fransî re da xuyakirin ku Yekîtya Ewropayê wê li sê şîrketên Tirkî, dewleteke Ereb û Kazaxistanê cezayan bibire, ji ber ku biryara NY ya qedexekirina şandina çekan bo Lîbyayê binpê kiriye.

Dîplomatekî got:

“Ev ceza sivik in, lê bibandor in û ji bo Tirkiyê hişyariyek e.”

Ji ber van cezayan, ev şerîket wê bikevin lîsteya reş û li Yekîtiya Ewropayê werin rawestandin.

Yekîtiya Ewropayê ji bo pêkanîna biryara qedexekirina çekan û şopandina aliyên binpêker, li perava Lîbyayê dest bi operasyona Irini kiribû.

Tê payîn ku ev ceza, di civîna Yekîtiya Ewropayê ya roja duşemê de ku li Brokselê were lidarxistin, bên erêkirin.

Back to top button