Îgor Konaşenkov: 23 hezar û 367 leşkerên Ûkranî hatine kuştin

Îro 53 roj in li Ûkraynayê şer heye.
Her roj ev şer giran dibe û pê re qurban zêde dibin.
Vê sibê careke din balafirên Rûsyayê bajarê Kievê bombebaran kir.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand hêzên wan li bajarê Odesa balafireke hêzên Ewropayê xist xwarê.

Ev balafir li gorî Konaşenkov ji artêşa Ûkraynayê re çek dibirin.

Îgor diyar kir ku hêzên wan ji sedî 90 bajarê Mariupol kontrol kirine û ragihand hêzên wan heta niha 23 hezar û 367 leşkerên Ûkraynî kuştine.

Vîladomir Zelensky: Kuştina leşkerên me li mariupolê wê dawiya hevdîtinan bîne

Serokê Ûkraynayê Vîlodomîr Zelensky jî têkildarî rewşa bajarê Mariupol ragihand eger leşkerên wan li Mariupolê werin kuştin wê hemû danûstandinên siyasî bi dawî bibin.

Komîseriya yekîtiya Ewropayê: Divê alîkariyeke lezgîn a leşkerî ji bo Ûkraynayê were şandin

Li aliyê din Komîseriya Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji dewletên di yekîtiyê de kir ku bi awayekî lezgîn ji Ûkrayanê re alîkariya leşkerî bişînin.

Niha jî mijara sepandina cezayên din li ser Rûsyayê di rojeva Yekîtiya Ewropa de ye.

Taybet cezayên li ser bank û enerjiyê.

Back to top button