Asya Hisên: Fikrê Rêber Apo çareseriya hemû krîzên rojhilata navîn e

Berdevka Komîteya Azadiya Rêber Apo ya Minbicê Asya Hisên dibêje:
“Azadiya gelê herêmê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ve girêdayî ye.”

Asya Hisên da zanîn ku Fikrê Rêber Apo di Rojhilata Navîn tenê de sînordar nema, belavî hemû cîhanê bûye û ev got:

“Ew fikir yekane rêya çareseriya hemû krîzên li Rojhilata Navîn e.

Dewletên navnetewî jî ji ber fikira wî li ser xwe metirsî didîtin komplo li ser Rêber Ocalan pêk anîn. ”

Asya Hisên tekez kir ji bo azadkirina Rêber Apo ew ê hewildanên xwe bidomînin.

Kamîran Kinco: Armanca tecrîdê ew e fikrê Rêber Apo ji gel qut bibe

Bi heman armancê endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Kamîran Kinco jî diyar kir armanca tecrîdê ew e gel ji fikrê rêbertî qut bibe.

Kinco destnîşan kir ku sedema tecrîda giran a li ser Rêber Apo tirsa ji projeya wî ya Neteweya Demokratîk û belavbûna fikrên wî ye.

Back to top button