Heso Ibrahîm: Bila Êzidî vegerin li ser axa xwe cejnê pîroz bikin

Cîgirê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Ibrahîm bang li hemû Êzidiyan kir ku vegerin ser axa bav û kalên xwe û cejna Çarşema Nîsanê li warê xwe pîroz bikin.

20’ê Nîsanê wê Êzidî li her deverê cejna Çarşema Nîsanê pîroz bikin.

Li Şengalê jî amadekariyên ji bo cejinê destpê kirine.

Bi vê boneyê cîgirê Hevserokê Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê Heso Ibrahîm peyame da.

Heso bang li Êzidiyan kir ku vê cejnê bikin boneya vegera Şengalê, berê xwe bidin Şengalê û li ser axa bav û kalên xwe cejna xwe pîroz bikin.

Heso piştrast kir ew ê ticarî dev ji Şengalê bernedin û tekez kir şerê taybet ên li dijî wan wê biser nekeve.

Back to top button