Mesûd Ebdulxaliq: Lihevkirna PDK’ê bi Tirkiyê re wê kareseteke mezin be

Çavdêrê siyasî Mesud Ebdulxaliq destnîşankir çi aliyekî siyasî yê Kurd alîkariya dewleta Tirk bike, wê bi xwe dara xwe bibire. Mesûd dibêje:
“Dewleta Tirk dijî azadiya gelê Kurd e, lihevkirinek PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, wê bi xwe re karesateke mezin bîne.”

Çavdêrê siyasî Mesud Ebdulxaliq anî ziman “Di cîhanê de ti welatek weke dewleta Tirk li dijî netewa Kurd nîne.” û got:

“Dewleta Tirk bi hemû awayî li dijî azadiya gelê Kurd e.

Di vê rewşê de pêwîst e hemû aliyên siyasî rêyên diyalogê bibjêrin.

Ji bo ku dewleta Tirk nekare plana xwe ya li ser Kurdistanê bi cih bike. ”

Mesud Ebdulxaliq diyar kir lihevkirineke PDKê ya bi dagirkeran re, wê hem li ser wan hem jî li ser Kurdistanê karesatek mezin be û ziyanê bigihîne gelê Kurd.

Back to top button