”Lêkirina Dîwar temamkirina plana DAIŞ’ê ye.”
Bi van gotinan Endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava li dijî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de derketin.
Jinên Êzidî diyar kir ku lêkirina vî dîwarî dewama planên 2014’an e û temamkirina plana DAIŞ’ê ya qirkirina civka Êzidî ye.
Lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de rastî bertekên tund tê.
Gelê herêmê vî dîwarî bi dîwarî parçekirinê bi nav dikin û bi her awayî li dijî lêkirina wî derdikevin.
Endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku planên dewleta Tirk bi piştgiriya artêşa Iraqê û hêzên PDK`ê dewam dikin.
Sûad Hiso dibêje:
” Armancên hikumetên Bexda û Hewlêrê ew e; planên ku DAIŞ`ê nekarî pêk bîne, temam bikin û civaka Êzidî qir bikin.”
Hediye Şemo: Divê PDK dev ji piştgiriya bi dagirker û dijminan re berde
Endama Koodînasyona Yekitiya Jinên Êzidî Hediye Şemo jî destnîşan kir ku hikumeta Iraqê bi lêkirina dîwar dixwaze civaka Êzidî û vîna wan têk bibe.
Hediye Şemo li dijî van planan bang li PDK`ê kir ku dev ji piştgiriya bi dagirker û dijminan re berde.