KNK: Em hêvî dikin ev Cejna Paskalyayê bibe cejna aştî û aramiyê

Îro cejna Paskalya ye.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê cejn li tevahî gelê Asûr, Suryan û Kildan pîroz kir û hêvî kir ev cejin bibe boneya aştî û aramiyê.

KNK’ê bi boneya Cejna Paskalyayê bi peyamekê cejn pîroz kir û tê de got:

” Di demekê de ku gelên Mezopotamyayê û gelên li Kurdistanê di qonaxeke dîrokî de ne, cejna Gelê Asurî-Suryanî-Kildanî û hemî bawermendên Mesîhî li her çar parçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin.”

KNK’ê diyar kir di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna Paskalyayê, wê hêzeke mezin bide yekîtî û berxwedana hevpar a ji bo damezirandina civakeke wekhev û pêkvejiyana bi aştî û bexteweriyê.

KNK’ê hêvî kir ku ev cejin bibe cejna aştî û aramiyê li herêmê.

Back to top button