Cebar Yawerî: Tirkiyê dixwaze Pêşmergeyan li dijî PKK’ê bi kar bîne

Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawerî diyar ki ku Tirkiyê dixwaze Pêşmergeyan li dijî PKK’ê bi kar bîne.

Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawerî derbarê serdan û planên berpirsên tirk ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê re ji Dengê Amerîkayê re axivî.

Cebar Yawerî da zanîn ku Tirkiye dixwaze hikûmeta Iraqê û Hewlêrê beşdarî êrişên ku vê biharê li başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên PKK’ê bike û got:

“Tirkiye dixwaze bi pêşmergeyan şerê xwe bike û şerê birakujiyê derbixîne.”

Cebar Yawerî: Dê Tirkiyê di biharê de şerekî berfireh li dijî PKK’ê bi kar bîne

Tirkiye naxwaze di vî şerî de leşkerên xwe bike qurban, dixwaze bi pêşmergeyan şerê xwe bike û şerê birakujiyê derxîne.

Cebar Yawerî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk amadekariyê dike ku di biharê de êrişeke berfireh li başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê pêk bîne û wiha domand:

Cebar Yawerî: Tirkiyê dixwaze partiyan razî bike û şer li dijî PKK’ê mezin bike

Hemû hevdîtinên berpirsên tirk ên bi partiyan re ji bo razîkirina wan a di beşdarbûna şerê li dijî PKK’ê de ye.

Wezîrê Tirk Guler li Hewlêrê bi Qubad Talebanî re civiya

Back to top button