Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Îranê di 6 mehan de 251 kes hatin bidarvekirin

Tenê di nava 6 mehan de 251 kes ji aliyê rejîma îranê ve hatine bidarvekirin.
Ev bîlanço jî bi raporekê ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hat eşkerekirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe de behsa bidarvekirina li Îranê kir û di vî alî de bîlanço eşkere kir.

Rêxistinê diyar kir ku di 6 mehan de 251 kes hatine bidarvekirin.

Li gorî raporê;146 kes bi sûcê kuştinê û 86 kes jî bi sûcê bazirganiya bi madeyên hişbirê hatine bidarvekirin.

Hat ragihandin ku herî zêde hatine bidarvkirin Belûçî ne, jimara wan 65 bûn.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî par jî ragihandibû ku 314 kes di nava salekê de hatine bidarvekirin.

Back to top button