Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê: Tirkiye û çeteyên xwe cihê dîrokî yê Nebî Horî dikolin

Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê belge kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li Efrînê, cihê dîrokî yê Nebî Horî dikolin.

Rêxistinê diyar kir ku wê wêneyên belgekirî yên kolandina Nebî Horî bi alavên giran û wêrankirina wê bi dest xistine.

Ji wê zêdetir jî; parçeyên şûnwarî ji tabloyên fuseyfîsa (fayans), qermît, cam û hwd hatine wêrankirin.

Rêxistinê eşkere kir ku kolandin bi alavên giran bi rûbereke fireh a zêdetirî 60 hêktarî pêk hatiye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê destîşan kir ku kolandin, wêrankirin û talankirina cihên dîrokê berdewam dike û bang li destwerdana bilez û cezakirina sûcdaran kir.

Li gorî Rêxistinê, ji sedî 25 ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî cihên dîrokî hatine belgekirin.

Back to top button