Li herêma Firatê û Şehbayê 8’ê Adarê bi çalakiyên cûda hat pîrozkirin

Li herêma Firatê û Şehbayê jî îro jin di nava tevgerê de bûn.
Li gelek deveran çalakiyên cihê reng hatin lidarxistn û 8’ê Adarê hat pîrozkirin.

Li Herêma Firatê û Şehbayê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berdewam dikin.

Kongra Star di bin durişma “Em bi hevre şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” şahiyek li navçeya Sirinê li dar xist…

Bi sedan jinên ji navçeyê tevlî şahiyê bûn û di şahiyê de Kevana Zêrîn stran û Şano pêşkêş kirin…

Li li bajaroka Şêranê a Kobanê bi pêşengtiya Jinên ciwan bi erebeyan welatî ji bo 8’ê Adarê li nava gund geriyan…

Beriya 8`ê Adarê Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê karkarên jin ên firinan û karkarên paqijiyê yên Kobanê xelat kirin.

Di heman çarçoveyê de Kongra Star bi koordîneya Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Girê Spî şahiyek li kampa koçberên Girê spî li dar xist.

Di şahiyê de şagirtên dibistanan berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Li Tebqayê jî bi heman armancê şahiya pîrozbahiyê hebûn..

Bi heman armancê saziya Malbatên Şehîdan a çand û hunerê ya Fafînê şahiyek li darxist.

Back to top button