Cîgirê Serokê Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb destnîşan kir ku ew ji lihevkirina Tirkî-Rûsî ya li ser hesabê Bakur û Rojhilatê Sûrî bi fikar in.
Hikmeta Hebîb, diyar kir ku hemwextî vekişîna Tirkiyê ji nuqteyên li Idlibê, êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine û got:
“MSD, bi vekişîna dewleta Tirk ji tevahî xaka Sûriyê re ye.
Lê belê em bi fikar in ku lihevkirinek Rûsî-Tirkî li ser hesabê gelê herêmên me hebe.”
Hebîb anî ziman ku dewleta Tirk li gorî peymanên navneteweyî tev nagere û pêwîst e peymana agirbesta li herêmê bê çalakkirin.
Cîgirê Serokê Desteya Rêveber a MSD’ê bang li Amerîka û Rûsyayê kir ku sûc û êrîşên dewleta Tirk, rawestînin.