Truideau ji Hindistanê xwest bi wan re hevkar bin

Kanada ji bo zelalkirina kuştina lîderê Hêza Rizgariya Halistanê Nijjar dixwaza alîkariya ji Delhiya Nû dike.
Serokwezîrê Kanada Trudeau bang li rêveberiya Hindistanê kir ku ji bo mijarê di nava hevkariyê de bin.

Hardeep Singh Nijjar yê welatiyê Kanadayî, 18’ê Hezîranê li ber perestgeheke Sîkh hate kuştin.

Kanada piştî ji bûyerê Hindistan berpirs nîşan da, ji Delhiya Nû bertek derket.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di daxuyaniya xwe ya li ser civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê da wiha got:

“Em bang li hikumeta Hindistanê dikin ku ji bo ronîkirina vê mijarê, pêkanîna edaletê, tedbîran hevkariyê bike û tevdîran bigire da ku berpirsyariyên xwe diyar bikin.”

Trudeau roja Duşemê red kir ku belgeyên nîşan didin ku Delhiya Nû di kuştina Nijjar de rol leyîsitiye parve bike.

Sûcdarkirinên ku ji aliyê Serokwezîr ve di vê mijarê de hatin kirin, di navbera her du welatan de bû sedema krîzeke mezin a dîplomatîk.

Rêveberiya Ottawa dîplomatê Hîndîstanî Pavan Kumar Rai, ku weke ‘serokê navdar ê îstîxbarata derve ya Hindistanê li Kanada’ bi nav kir, dersînor kir.

Li ser vê yekê rêveberiya Hindistanê biryar da ku dîplomatekî payebilind ê Kanadayî dersînor bike.

Hikumeta Hindistanê jî sûcdariyên Kanadayê red kir û wan wekî ‘pêkenok’ bi nav kir.

Trudeau di daxuyaniya xwe de got,

“Em ne hewl didin ku provoke bikin an jî pirsgirêkan çêbikin, lê em di derbarê serweriya qanûnê û girîngiya parastina Kanadiyan de zelal in.”

Di nava Kanada û Hindistan de xebatên vîzeyê hatin rawestanin

Back to top button