Derbarê Leya Guven de bîrnameya girtinê hat amadekirin

Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi hinceta axaftineke ku di çalakiya Nobeta Demokrasiyê de kir, bîr-nameya girtinê hat amadekirin.

 

Hevseroka (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 11’ê Îlonê de beşdarî Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûman bibû û ji ber axaftineke wê ya di çalakiya nobetê de, lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî lêpirsînê , derbarê Guven de bîrname amade kir û ji bo Meclisa parlamentoya Tirkiyê şand.

Guven, di 11’ê Îlonê de, ev axaftin kiribû:

“Yên ku xwestin li ser zilma li dijî gelê Kurd li ser piyan bimînin , binketin.

Gelê me bi ked û hewldanek mezin qeyûm şandin.

Mijar ne mijara çend şaredariyan e.

Ya girîng têkçûyîna AKP Û MHP’ê ye.

AKP û MHP di rewşek zor dene.

Ji ber vê li ber avahiya HDP’ê dest bi provokasyonekê kirine.

Lê ev lîstika wan jî wê bi ser nekeve.

Sedema şer ne HDP ye.

Hişmendiya ku şer derxistiye, ew hişmendiya ku naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bike ye.

Leave a Reply

Back to top button