Komkujiya Pirsûsê..HDP: Em ê bi têkoşîna xwe xwedî li bîranîna 33 rêwiyan derkevin

Îro 6 sal bi ser komkujiya Pirsûsê re derbas bûn ku di encamê de 33 kes hatibûn qetilkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê diyar kir tevî ku 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, hîn kiryar û têkiliyên wan nehatine eşkerekirin û ceza li wan nehatiye birîn.
HDP’ê ragihand ku ji bo darizandina berpirsyarên siyasî û kiryarên rasteqîn ên komkujiyê ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û wê her tim bi Malbatên Şehîdên Pirsûsê re bin.

Îro salvegera 6. a Komkujiya Pirsûsê ye.

20’ê Tîrmeha 2015’an di encama êrîşeke hevpar ya DAIŞ û dewleta Tirk de 33 kesên ku dixwestn alîkariyê bidin zarokên Kobanê li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin qetilkirin.

Bi wesîleya salvegera komkujiyê, Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek weşand.

HDP’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku bi têkçûna DAIŞ’ê ya li pêşberî berxwedana bi heybet a Kobanê, hêzên tarî yên li pişt jî hatin têkbirin û diyar kir lewra jî dest bi êrişa topyekûn li ser afirînerên nirxên li Kobanê kirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi hestê tolhildanê li dijî ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên çûn Pirsûsê komkujiyek hate kirin û di encamê 33 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 ciwan jî birîndar bûn:

HDP’ê diyar kir DAIŞ’ê piştî êrîşa li Pirsûsê, li Amed, Enqere û Stenbolê jî êrîş pêk anîn.

HDP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir êrîşa Pirsûsê dijî hêzên pêşverû, demokrat û sosyalîst ên li Tirkiyê bû û diyar kir êriş li dijî partiya wan û pêkhateyên wan jî hate kirin.

HDP’ê destnîşan kir tevî ku 6 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, hîn berpirsyarên vê komkujiyê nehatine eşkerekirin û ceza li wan nehatiye birîn.

HDP’ê di dawiya daxuyaniyê de ragihand ku ji bo darizandina berpirsyarên siyasî û kiryarên rasteqîn ên komkujiyê ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û wê her tim bi Malbatên Pirsûsê re bin.

Back to top button