HPG: Dagirkeran li qada Werxelê ya Avaşînê gaza jehrî bikar anîn

Berxwedana gerîlayên Kurdistanê ya di çarçoveya pêngavên şoreşger de berdewam dike. HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê gaza jehrî bikaranîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyniyekê diyar kir 19’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi teqemeniyan û gaza jehrî êriş bir ser çeperên şer ên li qada Werxelê.

Hat diyar kirin heman rojê li bajaroka Kanîmasî ya navçeya Amediyê bi balafiran bombe li derdora gundê Bazê hate barandin.

Hat gotin ji ber bombebaranê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.

Her wiha HPG’ê diyar kir 19’ê Tîrmehê qada Çemço ya herêma Zapê bi hawanên ji qereqolên li ser sînor hate bombebarankirin.

Hat diyar kirin ji ber van êrişan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button