Koçberên Girê Spî: Em ê bajarê xwe bi zorê vegerînin

Koçberên Girê Spî dibêjin bajarê wan ê ku bi zorê hatiye standin ew ê bi zorê vegerînin jî. 

Koçber Ebdurehmen El Elo diyar kir ku Tirkiyê li herêmên dagirkirî siyaseta demografîk û tirkkirinê pêk tîne.

El Elo anî ziman ku ji roja dagirkirina bajêr ve û çete mal û milkên şêniyan, berhemên çandiniyê û hwd talan dikin.

Ebdurehmen El Elo bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember siyaseta dagirkeriyê şermezar kir û got:

”Me berxwedan hilbijartî da ku herêmên dagirkirî rizgar bikin. Tişta bi zorê hatiye standin, tenê bi zorê tê vegerandin.”

Ebdurezaq El Omer jî diyar kir ku dewleta Tirk ew ji axa wî koçber kirin û piştî demekî jî mala wî rûxandin.

Ebdurezaq El Omer bang li civata navneteweyî kir ku li hember siyaseta dewleta Tirk bê deng nemîne.

Back to top button