Şaredariya Tebqayê bajêr ji nû ve kesk dike

Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê ji bo vegerandina qada keskahî ya bajêr pirojeyên ekolojî dane destpêkirin.

Hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê, Cemal Ebduletîf da zanîn ku herêma Tebqa yek ji herêmen ku bi jêderên avê û darên xwe tê naskirin.

Cemal Ebdletîf dazanîn ku di şerê DAIŞ’ê de gelek rêberên kesk li herêmê talan bû.

Ebuletî dazanîn ku wan ji bo ji nûve bajêr kesk bikin proje pêşxistine û got:

” Herî dawî me 10 hezar şitilên daran li bajêr çand.

Wek jîngeh em giranî didin avakirina parkan, çandina daran.

Ji bo avdana ew darên ku me çandiye jî me projeyên torên avdanê pêşxistiye.”

Di derbarê mijara parastina jîngehê de jî, Ebduletîf bang li şêniyan kir ku tev li van pirojeyan xwedî derkevin û parastina xwezaya herêmê bikin.

Her wiha, welatiyê bi navê Selman Mihemed axivî û bang li welatiyan kir li daran xwedî derkevin ji bo axa wan vegere xweşikbûna berê.

Back to top button