“Yekîtiya gelan wê planên dijmin têk bibe”

Endamê Desteya Rêveber a Meclisa Rûspiyên bajarê Minbic û gundewarê wê Şêx Mihemed Sadiq El Esîdî diyar kir ku kombûna gel li derdora QSD û Rêveberiya Xweser wê planên dijmin têk bibin.

Têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê Rûsipê Minbicê Şêx Mihemed Sadiq El Esîdî axivî.

Mihemed Sadiq El Esîdî diyar kir dewleta tirk bi armancgiritna hemû pêkhateyên li herêmê ve dixwaze fitneyan derxîne û ewlehiyê têk bibe.

El Esedî dazanîn ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan berfirhkirina dagirkeriyê ye û got:

“Dewleta Tirk şerekî bi zanebûn li dijî gelê Sûriye dimeşîne û hewl dide bi rêbaz û gefên domdar dagirkeriya xwe li heremê fireh bike, aramiya herêmê têk bibe.

Armanca wî ewe ku vîna gel bişkîne û wan ji axên wan derxînin da ku planên xwe yên mêtîngeriyê li Sûriye temam bike.”

El Esîdî di dawiya axaftina xwe de teqezkir ku kombûna li derdora Rêveberiya Xweser û QSD’ê riya tekane ye ji bo azadiya gelê Sûrî ye.

Back to top button