Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Rêxistinek alîkariyê ya Başûrê Kurdistanê, alîkarî ji koçberên Kampa Newroz re pêşkêş kirin.
Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Rêxistina Şehîd Faxir Mêrke Sorî ya Başûrê Kurdistanê, îro alîkariyên mirovî pêşkêşî koçberên Kampa Newroz a herêma Dêrikê kirin.
Alîkarî ji madeyên xwarinê, pêdiviyên jiyanî yên pêwîst û alavên germkirinê pêk tên.
9’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û komkujî li dijî sivîlan pêk anîn.
Di encama êrişên dewleta Tirk de, bi hezaran sivîl ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn.
Rêveberiya Xweser ji bo koçberan kamp vekirin û alîkarî pêşkêşî wan kir.