Amerîka: Hêzên me serçeteyekî DAIŞ’ê kuşt

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku hêzên Amerîkayê li gundên Qamişlo serçeteyekî DAIŞ’ê kuştin.

Navenda Fermandariya Navendî ya Amerîkayê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

”5’ê vê mehê hêzên Amerîkayê bi beşdarbûna helîkopterekê operasyonek li nêzî gundekî Qamişlo pêk anî.

Serçeteyê bi navê Rekan Wehîd Şemerî ku berpirsê DAIŞ’ê ye, hedefa operasyona me bû.

Di encamê de kesên navborî hat kuştin, 2 ji hevkarên wî birîndar bûn û 2 jî hatin girtin.

Navenda Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku ti zirar nehigahşt ne hêzên wan û ne sivîlan.

Back to top button