Li Kolombiyayê şewata daristanan

Li herêmên cuda yên Kolombiyayê û derdora paytextê nêzî 30 şewatên daristanan derketin.
Şewata daristanan li gelek herêmên Kolombiya û paytext Bogota belav bû.
Di saetên şevê de zêdeyî 300 agirkuj, leşker û xebatkarên rizgarkirinê ji bo vemirandina agir hatin erkdarkirin.
Hikûmet ji bo alîkariya navneteweyî bang kir.

Li herêmên cuda yên Kolombiyayê û derdora paytextê nêzî 30 şewatên daristanan derketin.

Şewat nêzî cihê niştecihbûnê ya Bogotayê bû.

Serokê çepgir Gustavo Petro ji çapemeniyê re axivî.

Petro diyar kir ku ji bo bikaribin pêşî şewata daristanan bigirin wan daxwaza alîkariya navneteweyî kirine.

Li welêt rewşa “kareseta xwezayî” hat îlankirin.

Li gorî Enstîtuya Hîdrolojî, Meteorolojî û Lêkolîna Hawirdorê, ji sedî 87’ê welat rastî ‘rîska herî zêde ya şewatê’ hat.

Petro, anî ziman ku Amerîka, Şîlî, Perû û Kanadayê ji bo alîkariya kontrolkirina agirê daristanan bersivek erênî dane daxwazên Kolombiyayê.

Kolombiya banga alîkariya navneteweyî kir

Li gorî Parastina Sivîl UNGRD’ê, heta roja Pêncşemê li 5 herêmên welêt bi giştî 31 şewat çalak bûn.

Ji van 4 li girê El Cable yê rojhilatê paytextê derketine û belav bûne.

Serokê Şaredariya Bogotayê Carlos Fernando Galan got,

“Bayê agir nêzîk kir, lê hêj 900 metreyan ji malan dûr e. Em dişopînin.

Heger hewce bike em ê tedbîrên veguhestina mirovan bigirin.”

Her wiha Galan diyar kir ku hefteyên pêş rewşeke pir zehmet derbas bibe.

Di saetên şevê de zêdeyî 300 agirkuj, leşker û xebatkarên rizgarkirinê ji bo vemirandina agir hatin erkdarkirin.

Navenda Bogota ya ku 8 mîlyon nifûsê wê heye, di nava duyê de ma.

Serokê şaredariyê bang li gel a li dora herêmên şewit lê derketine kir ku maskeyên parastinê li xwe bikin.

Her wiha hat ragihandin ku dibistan û zanîngeheke ku ji ber dûyê bandor bûye girtine.

Back to top button